Birîndarekî êrîsa Koyê yê dî jî jiyana xwe ji dest da!

20 îlon 2018 17:16
Birîndarekî êrîsa Koyê yê dî jî jiyana xwe ji dest da!

PeyamaKurd- Pêşmerge Qadir Ezît yê ku di êrîşa Îranê ya li dijî partiyên HDK û KDP-Îyê ya li Koyê de birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da.

Pêşmergeyê HDKê Qadir Ezît di êrîşa Îranê ya li Koyê de birîndar bûbû. Ji 8ê Êlûnê ve di nexweşxaneyê de tedawî didît. Ezît bi eslê ji xwe ji Merîwanê bû û 65 salî bû. Ezît li navçeya Koyê di ziyareta/qebristana HDKê de hate veşartin.