Birîkarê Balyozê Rûsya yê Enqere: Tu ofîsên YPG/PKKê li Moskowê tuneye

05 sibat 2021 17:59
Birîkarê Balyozê Rûsya yê Enqere: Tu ofîsên YPG/PKKê li Moskowê tuneye

PeyamaKurd - Di paneleke li paytexta Tirkiyê Enqerê hat lidarxistin de, Birîkarê Balyozê Rusya yê Enqere û Serokê Nawenda Zanyariya Rusya li Tirkiye Aleksandr Sotniçenko diyar kir, tu ofîsên YPG/PKKê li Moskowê tuneye.

Enstitûya Ramanên stratejik (SDE) li Enqere panelek bi navê, Piştî Şerê Sar Siyaseta Rûsya ya Derve li dar xist. Aleksandr Sotniçenko, di panelê de axavtinek kir û behsa siyaseta Rûsya ya derve, pêwendiyên Tirkiye û Rûsya kir.

Di axaftina we de Aleksandr Sotniçenko behsa pêwistiya hevkariya Rusya û Tirkiye li dijê terorê kir û da zanîn: ‘‘Em li Sûriye û Libyayê piştgiriya aliyên cuda dikin. Lê ne Tirkiye û ne jî Rûsya, şerekî li nêzikî sinorên xwe naxwazin. Ji bo Amerîka li Sûriye bibe xwedî behrekê, alîkariya YPG/PKKê dike û çekan didê wan. Tu diyaloga me li gel YPGê tuneye.