Bîlançoya giran a erdheja Xoyê eskere bû: 3 hezar 500 xanî hilwesiyane...
31 rêbendan 2023 23:32
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama erdheja bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de ku 28ê Çile bi tundiya 5,9 rû dabû de, bîlançoyeke giran derketiye holê.
Li gorî daxuyaniya Serokê Îdareya Xaniyan Cafer Berzeger ku di ajansa fermî ya Îranê IRNAyê de hatiye belavkirin, di erdhejê de, herî kêm 3 hezar û 500 xanîyan ji sedî 80 ziyan dîtiye.
Hat diyarkirin ku li bajarê Xoyê xelkê ku xaniyên wan ziyan dîtiye, li avahiyên saziyên şaristaniyê û eywanên werzişê hatine bicihkirin.
Herwiha di encama erdhejê de, 70 gund li Xoyê hilweşiyane, 3 kes mirine û 1167 kes jî birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bîlançoya dawî ya erdheja Xoyê
29 rbn 2023
Jiyan
Bîlançoya xisara erdheja Tokatê hate eskere kirin
19 nsn 2024
Rojhilata Navîn
Di dorpêçê de çekdarên biyanî hene
08 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin