Bihayê petrolê bilind bûn
Piştî daxuyaniyên Trump yên derbarê keştiya Îranê de bihayê perolê giran bû.
RûpelNews - Donald Trump ragihand ku Hêzên Deryayî yên Amerikayê keştiyeke barhilgir a bi ala Îranê desteser kiriye. Piştî vê ragihandinê, vê sibê li bazarên Asyayê bihayên petrolê bi awayekî tund bilind bûn.
Aloziyên li ser Tengava Hurmuzê zêde dibin
Aloziyên piştî ku Îranê ragihand ku wê Tengava Hurmuz ji bo keştiyên bazirganî dîsa girtîye û hişyarî da ku keştîyên ku nêzîkî herêmê bibin dikarin bibin armanc, bihayê petrolê bilind bû. Nezelaliya li Tengava Hurmuzê, ku bi qasî ji sedî 20ê şandeyên petrol û gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) ya cîhanê jê derbas dibin, bûye sedema bêîstiqrariyê di bazarên enerjiyê de.
Bilindbûna bilez a bihayên petrolê
Wekî encama van geşedanan, bihayê petrola xam a Brent ji sedî 4.74 zêde bû û gihîşt 94.66 dolarî ji bo her bermîlekê, di heman demê de petrola xam a West Texas Intermediate (WTI) ji sedî 5.6 zêde bû û gihîşt 88.55 dolarî. Pispor destnîşan dikin ku ji ber rîskên jeopolîtîk, guherîna bihayê berdewam dike.
Hewldanên danûstandinê û nezelalî
Trump ragihand ku dê şandeyeke Amerîkî ji bo danûstandinan biçe Pakistanê. Koşka Spî diyar kir ku Cîgirê Serok JD Vance dê serokatiya şandeyê bike. Lêbelê, medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Tehran di vê qonaxê de tu planên wê nînin ku beşdarî danûstandinan bibe.
