Biden stratejiya nû ya parastina ji gefên biyolojîk eskere kir

18 cotmeh 2022 23:14
Biden stratejiya nû ya parastina ji gefên biyolojîk eskere kir

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîka ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, stratejiya xwe ya nû ya dijî gefên biyolojîk eşkere kir.

Di stratejiya ku Joe Biden eşkere kir de, behsa rûbirûbûna nexweşiyên pandemîk ên dahatuyê û gefên biyolojîk tê kirin.

Li gorî stratejiya nû ya Biden eşkere kiriye, tê armanckirin ku dema rûbirûyî gefên biyolojîk û pandemîk bên wê di nav 12 saetan de teşhîs bê kirin û di nav 100 rojan de jî derziya wan nexweşiyan were bipêşxistin.

Di stratejiya nû de 20 saziyên federalî hatine erkdarkirin ku bilez rûbirûyî wan gefên hatine behskirin bibin û nexweşiyê ji pandemiyê veguherînin rewşa endemîk û bêbandor bikin.

Rayedarekî payebilind ê Amerîkî li ser vê stratejiya nû gotiye, "Em dizanin ku xeterî û gefeke rastîn ya pandemiyên ji Covid-19ê xirabtir heye.”