Biden, seredana xwe ya ji bo welatên Almanya û Angolayê pas de xist
09 cotmeh 2024 00:31
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden ji ber bobelata Miltonê seredanên xwe yên fermî yên ji bo Almanya û Angolayê da paş. Bi sedema îhtîmal heye ku bobelata Miltonê li peravên başûr bixe û divê Biden amadekariyên tedbîrî bi xwe birêve bibe, seredanê daye paş.
Paşdexistina seredana Biden ya ji bo Almanya û Angolayê ji aliyê Koşka Sipî de hat ragihandin. Koşka Sipî got:
“Serok Biden hesabê bergeha bobelata Miltonê kir û hêza wê da ber çav, ji bo amadekariyên ji bo Miltonê îdare bike û xebatên ji bo bermayên bobeleta Helene bişopîne, seredana xwe ya ji bo Almanya û Angolayê paş de xist.”
Biden ragihandibû ku wê di 10-15ê Cotmehê de biçe Almanya û paşî here Angolayê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokê DYAyê Joe Biden seredana Angolayê kir
04 brf 2024
Cîhan
Her dû wezîrên Almanya seredana navça Pazarcikê kirin
22 sbt 2023
Cîhan
Rêveberiya Joe Biden plana vekisandina hêzên li Almanyayê rawestand
04 sbt 2021
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin