Biden: Kesên ew êrîs li dar xistine bila bizanibin ku em ê efû nekin

27 tebax 2021 12:30
Biden: Kesên ew êrîs li dar xistine bila bizanibin ku em ê efû nekin

PeyamaKurd – Li Qesra Spî, Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê êrîşa li Kabûlê axifî û got: ‘‘Rojeke dijwar e’’ û da zanîn, li gor nêrînên îstixbaratê, baskê Xorasanê yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîş li dar xistiye.

Biden ji bo leşkerên Amerîka yên di êrîşê de can dane dihyar kir: ‘‘Ew qehreman in’’ û ji bo wan deqîqeyekê bi rêzdarî sekinî.

Herwiha Biden destnîşan kir: ‘‘Kesên ew êrîş li dar xistine û dixwazin zararê bidin Amerîka, bila bizanibin ku em ê efû nekin, ji bîr nekin. Em ê li dû şopê kevin û bedela wê dayîn bidin.’’

Serokê Amerîkayê eşkere kir, wî ji fermandaran xwestiye ku ji bo parastina hêzên Kabûlê, gavên hewce biavêjin.

Biden da zanîn, ew bi karbidestên leşkerî yên payabilind û bi fermandarên li qadê re her di danûstandinê de ne û ew ê vekişînên xwe bidomînin.