Biden ji bo hilbijartinên serokatiyê zû deng da

29 cotmeh 2024 11:33
Biden ji bo hilbijartinên serokatiyê zû deng da

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Biden danê sibê çû navendeke hilbijartinê ya li Wilmington a eyaleta Delaware û zû deng da.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ku di meha Tîrmehê de ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 5ê Mijdarê vekişiyabû, doh li eyaleta xwe ya Delaware, zû deng da.

Biden, ku ji bo proseya dengdana pêşwext çû navenda hilbijartinê, ku bala medyaya Amerîkî kişand ser xwe, bi Amerîkîyên din re ket rêzê û bi hilbijêran re sohbet kir.

Bidenê ku alîkariya pîrekek bi kursiya bi teker kir da ku bikeve avahiya ku wê dengê xwe bidê, piştî kontrola nasnameyan li ser ekrana li ber xwe îmzeya xwe ya elektronîk îmze kir.

Biden dûvre zivirî ser makîneya dengdanê ya ku jê re hat nîşandayîn û dengê xwe di makîneya di beşa girtî de avêt.

Biden di dema derketinê de ji rojnamevanan re daxuyaniyeke kin da, bal kişand ser hin daxuyaniyên namzedê Komarî Donald Trump ên dawiya hefteyê da û diyar kir ku ev daxuyanî "pir bi şerm in".