Biden derziya asiya Kovid-19 ê li xwe da

22 berfanbar 2020 05:44
Biden derziya asiya Kovid-19 ê li xwe da

PeyamaKurd – Joe Biden bi sedema xelkê Amerîkayê baweriyê bi aşiya Kovid-19 ê ya ku ji aliyê fîrmayên BioNTech û Pfizer ê de hatiye çêkirin bîne, li ber xelkê xwe aşi kir.

Biden got ku ew naxwaze berya xelkê aşiyê li xwe bixe û bikeve pêşiya xelkê lê bo xelk bawer bibe, berya wan li xwe dixe. Bi Joe Biden re jin a wî Jill Biden jî derziya li dijî koronayê li xwe xist. Biden weha got:

“Ez naxwazim bikevin pêşiya xelkê lê dixwazim ji xelkê Amerîkayê re bêjim ku ev aşi ya beweriyê ye û ez jê bawerim.”

Biden piştî derziyê lê xistin sipasiya xwe bo xebatkarên tenduristiyê kir.