Bi roketê li balafirgeha Bexdayê xistin

19 tebax 2020 00:47
Bi roketê li balafirgeha Bexdayê xistin

PeyamaKurd- Bi roketê li balafirgeha Bexdayê xistin lê roket nêzî balafirgehê ket. Li gor ragihandina tora medyayê ya serokwezîrtiya Iraqê, roketekî Katyûşa nêzî balafirgehê ketiye lê negihaye hedefa xwe.

Li balafirgeha Bexdayê  leşkerên Amerîkayê û diplomat hene. Roket ji gundê el-Feyyazê hatiye avêtin ku dikeve başûrê rojhilatê Bexdayê.