Bi rêya Rûsyayê sertê Tirkiyê ji HGDê re...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tu şert û mercên Tirkiye bi rêya Rûsyayê negihiştiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Li gorî hin agahiyên hatine bidestxistin, hate gotin ku Rûsya di navbera Tirkiye û HSDê de wek navbeynkar tevnagere û mijara operasyona li dijî Rojava bi Rûsyayê re hatiye gotûbêjkirin, lê Rûsya rola navbeynkariyê nelîstiye.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ku beriya niha li ser rewşê daxuyaniyek da û diyar kir, Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava ne.
Ebdî eşkere kir, Tirkiyê leşkerên xwe li ser sînorê Kobanî bi cih kiriye û plana êrîşa li ser bajêr dike û wiha got:
“Amerîka niha bi Tirkiyê re ji bo rawestandina operasyonan di nava danûstandinan de ye. Em dixwazin pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Hêzên me li dijî êrîşa dewleta Tirk amade ne. Ger Tirkiye gefên xwe yên êrîşê biguherîne, ez difikirim ku Amerîka helwestek tundtir nîşan bide.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin