Bi pileya 5.8an erdhejeke din a mezin çêbû

24 sibat 2020 01:23
Bi pileya 5.8an erdhejeke din a mezin çêbû

PeyamaKurd – Piştî erdheja îro 23yê Sibatê beyaniyê ku li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê rû dabû û bi taybet li gundewarên navçeya Elbakê ya bajarê Wanê ziyaneke mezin a canî û madî bixwe re anî, îro êvarê erdhejeke din a bihêz çêbû.

Li gorî amarên çavdêrxaneyên erdhejê, di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de car din erdhejeke bihêz çêbûye ku navenda wî dîsa bajarê Xoyê ye û dijwariya wê jî bi pileya 5,8 a rixterê ye.

Erdejha dawî ya mezin, di kûrahiya 5 kîlomtereyên erdzemînê de rû daye û li demjimêr 19:00ê pêk hatiye ku hîn nehatiye zanîn bê ziyana wê erdhejê çi ye.

Di encama erdheja 5,9an a vê sibehê de ku bandoreke zêde li gundewarên bajarê Wanê yên hevsînorên Rojhilatê Kurdistanê kiriye, 9 kesan can dabû û 21 kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha li aliyê Rojhilat jî hatibû ragihandin ku herî kêm 25 kes birîndar bûne.