Bi Koreya Basûr re protokola alîkariya penaberan hat îmze kirin

20 rêbendan 2020 23:09
Bi Koreya Basûr re protokola alîkariya penaberan hat îmze kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku Koreya Başûr bi riya nûnertiya xwe ya li Hewlêrê 300 hezar dolar alîkariya mirovî pêşkêşî koçber û penaberên li herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, wî bi Konsolê Koreya Başûr ê li Hewlêrê Choi Kwang-Jin re protokoleke taybet a alîkariyan îmze kir.

Ehmed da xuyakirin, li gorî protokolê Koreya Başûr bi nirxê 300 hezar dolaran alîkariyê dide koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ku beşek ji wê hevkariyê jî kelûpelên Zivistanê ne.