Bi karwana hevpeymaniyê de bombe hat teqandin
28 îlon 2020 00:01
PeyamaKurd - Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li parêzgeha Zîqarê bombeyeke çandî bi karwana otomobîlên wan de teqiyaye ku wê karwanê pêwîstî û alavên lojîstîk ên hêzên hevpeymanan vediguhestin.
Şaneya ragihandina ewlehiyê ya Iraqê îro 27ê Îlonê da xuyakirin, li nehyeya Betha ya parêzgeha Zîqarê bombeyeke çandî di karwana otomobîlên veguhestina alav û pêwîstiyên hêzên hevpeymanan de hatiye teqandin ku kesên sivîl di wan otomobîlan de bûn.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ziyanên canî çênebûne, lê teqîn bû sedema ziyanên madî li ser otomobîlan. Herwiha karwana navborî li gorî armanca xwe rêya xwe berdewam kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Bexdayê bombe bi karwana Hevpeymaniya Navdewletî de hat teqandin
04 rbn 2022
Jiyan
Li Babîlê bombe bi karwana hevpeymaniyê de hat teqandin
27 brf 2020
Jiyan
Iraq | Bombeyeke çandî bi karwana hevpeymaniyê de hat teqandin
25 brf 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin