Bi guleyan êrîsî politburoya YNKê kirin: 3 Pêsmerge birîndar bûn

07 tebax 2021 16:04
Bi guleyan êrîsî politburoya YNKê kirin: 3 Pêsmerge birîndar bûn

PeyamaKurd – Bi guleyan do êrîşî politburoya YNKê ya li Kerkûkê kirin û di encamê de 3 Pêşmergeyên YNKê birîndar bûn.

Berpirsê ragihandina malbenda du ya Kerkûkê ya YNKê Necat Tofîq ji, do êvarî bûk û zawayekî Ereb hatine avahiya politburoya YNKê ya Kerkûkê ku wêne bigrin û rê ji wan re hatiye dayîn. Pişt re efserekî payedar ê Ereb hatiye politburoyê û gotiye dê biçe gel bûk û zawa, lê dema Pêşmergeyan xwestiye kontrol bikin, gule berdane û sê Pêşmerge birîndar kirine.’’

Herwaha da zanîn, ew efserê Ereb reviya ye û nehatiye girtin. Herwiha got, saziyên ewlehiyê agahdar kirine ku ew efser bê girtin, lê hîn nehatiye girtin.