Bi droneyan êrîsî paytexta Siûdî kirin

26 tebax 2019 23:06
Bi droneyan êrîsî paytexta Siûdî kirin

PeyamaKurd – Hûsîyên Yemenê (Bizava Ensallah) ku Îran piştgiriya wan dike, bi balafirên bêmirov (drone) êrîşî paytexta Erebistana Siûdî Riyadê kirin.

Berdevkekî leşkerî yê Hûsiyan da xuyakirin ku wan bi droneyên bi çek êrîş biriye Riyadê û got, “Me êrîşî hedefên girîng ên Riyadê kir.”

Li ser vê daxuyaniyê ji aliyê Siûdî hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Doh jî Hûsiyan bi 10 fuzeyên Bedr-1 ên îranî êrîş biribû ser Balafirgeha Cizdan a başûrê Erebistana Siûdî.