Bexda | Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê li gel hevtayê xwe yê Sûriyeyê civiya

15 adar 2025 12:48
Bexda | Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê li gel hevtayê xwe yê Sûriyeyê civiya

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Huseyn û Wezîrê hikûmeta demborî yê Derve ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî li Bexdayê civiyan û piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar dan. 

Fuad Huseyn got: 

“Ewlehî û aramiya Sûriyeyê ji bo me girîng e, ev yek ewlehî û aramiya Irakê ye.”

Her weha diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de xurt bikin. 

Huseyn anî ziman ku her du welatan ji rejîmên totalîter gelek êş kişandine û Sûriyeyî ji bo rizgariya ji rejîma Beşar Esed têkoşîneke dirêj dane.

Huseyn bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ ji bo her du welatan tehdîdeke hevpar e û got, ew dixwazin bi Sûriyeyê re navendeke operasyonê ya hevpar ava bikin ji bo şerê li dijî terorê û mijarên ewlehiyê. Wî wiha domand: 

“Destûra Iraqê destêtwerdana di karên navxweyî yên welatên din de qedexe dike. Em girîngiyê didin têkiliyên navneteweyî û cîrantiya baş. Me êrîşên li dijî Elewiyên Sûriyeyê jî gotûbêj kirin û em xemgîn in. Em dixwazin di rêveberiya siyasî ya Sûriyeyê de hemû alî cih bigirin û serkeftinê ji rêveberiya nû re dixwazin.” 

Huseyn her weha razîbûna xwe ya ji peymana di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de nîşan da.

Wezîrê hikûmeta demborî ya Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî jî got: 

“Têkiliyên dîrokî yên di navbera her du welatan de hene. Em dixwazin di bin serokatiya derokdewletê me Ehmed Şera de van têkiliyan xurtir bikin. Em amade ne bi Iraqê re li dijî DAIŞê têbikoşin û li hemberî hêzên derve bi biryar rawestin. Em hêvî dikin ku ev serdan têkiliyên aborî xurt bike û vekirina sînor dê hevkariya me bihêz bike.”