Bexda û Hewlêrê li ser hinardeya petrola Kurdistanê li hev kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî danûstandinan hikûmetê Bexda û Hewlêrê li ser ji nû ve destpêkirina hinardeya petrolê bi ser Herêma Kurdistanê de li hev kir.
Kompanyaya bazarkirina petrola Iraqê SOMOyê ragihandiye ku guftûgoyên navbera Hewlêrê û Baxdadê berdewam dikin û wan li ser çend xalan rêkeftin kiriye ku wê hinardeya petrolê jî di nav çend demjimêran de ji nû ve dest pê bike.
SOMOyê daye xuyakirin: “Me bi Herêma Kurdistanê re li ser gelek xalan li hev kir. Em ê di demek nêzîk de rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê ragihînin.”
Wezareta Petrolê ya Iraqê jî daye xuyakirin ku Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê di çend demjimêrên pêş de dest pê bike.
Li gorî zanyariyan di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de, odeyeke hevbeş bi endamîtîya Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompanyaya bazarkirina petrola Iraqê SOMOyê tê avakirin û erka wê jî firotina petrola Herêma Kurdistanê ye.
Hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de, piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê rawestiyabû ku rojane 450 hezar bermîl petrol dihat hinardekirin.
Herwiha dadgehê biryar dabû ku Herêma Kurdistanê pêkhateya hikûmeta Iraqê ye û ji ber vê yekê li gorî peymana xeta bota petrolê ya Iraq û Tirkiyeyê xwedî mafên rewa ye.
Li gorî biryara dadgeha navnetewî mafê Herêma Kurdistanê heye ku boriya petrolê ya ku diçe bendera Ceyhanê bikar bîne û depo bike ku binpêkirina bûye sedema rawestandina hinardeyê di warê barkirina keştiyan de pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin