Bexda | Talebanî bi balyozê Amerîka re li ser çend mijaran gotûbêj kir

29 nîsan 2020 19:45
Bexda | Talebanî bi balyozê Amerîka re li ser çend mijaran gotûbêj kir

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî di çarçoveya serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê, bi balyozê Amerîka li Bexdayê Matthew Tueller re civiya û li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Qubad Talebanî, doh Sêşemê tevî şandekê çûbû Bexdayê û ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê dest bi danûstdandinan kiribû.

Hat ragihandin ku di civîna ligel balyozê Amerîkayê de behsa xebatên rûbirûbûna vîrusa koronayê û pêwendî û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye kirin.

Qubad Talebanî ji balyozê Amerîka re da xuyakirin ku ew ji bo çareserkirina nakokî û arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine Bexdayê.

Talebanî li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê jî got, kurd nabin asteng li hember pêkanîna hikûmetê, kurd dibin beşek ji çareseriyê.