Bexda | Sedr dixwaze sibe yek milyon kesan li dijî Amerîkayê bicivîne

24 rêbendan 2020 00:18
Bexda | Sedr dixwaze sibe yek milyon kesan li dijî Amerîkayê bicivîne

PeyamaKurd – Bizava Sedr ku Muqteda Sedr seroktiya wê dike, bangewaziyê dike ku li dijî Amerîkayê sibe înê li Bexdayê bi beşdariya yek milyon kesan xwepêşandanê li dar bixe.

 Berdevkê Bizava Sedr Selah Ubeydî ragihand ku xwepêşandan li herêma Cadriye ya çar rêya Zanîngeha Bexdayê dest pê dike û got, wê xwepêşandan dûrî meydana Tehrîr a protestoyên dijî hikûmetê were kirin ku ew naxwazin bandorê li ser wan bikin.

Sedr li ser twitterê bangewaziya beşdarîkirina xwepêşandanê kir û xwest li dijî hêzên biyanî yên li Iraqê bimeşin û dengê xwe bilind bikin ta serkeftinê.

Li aliyê din xwepêşanderên dijî hikûmetê nerazî ne ku bizava Sedr xwepêşandaneke bi vî rengî li dar bixe ku beriya niha jî dema kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs li hin bajaran wêneyên wan şewitandibûn.