Bexda | Di sewata nexwesxaneya Covid-19 de 27 nexwes mirin

25 nîsan 2021 12:27
Bexda | Di sewata nexwesxaneya Covid-19 de 27 nexwes mirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama agir pêketina nexweşxaneya Covid-19 ya li paytexta Iraqê Bexdayê Ebû el-Xatîp de 27 nexweşan can da û bi dehan nexweş jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî bûyerê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê kesên di şewatê de can dane wekî şehîd bên naskirin û birîndarên ku pêwîst bike jî ji bo tedawiyê bişînin derveyî welat.

Herwiha hat ragihandin ku Hikûmeta Iraqê ji bo vê bûyerê 3 roj şîna giştî ragihandiye.

Li gorî zanyariyên berdest di encama şewatê de 27 nexweş mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Saziya Berevaniya Medenî ya Iraqê ragihandiye di encama şewata doh ya nexweşxaneyaİbnul Xetîb de, bandor li ser bi dehan kesan çêbûye ku hîn sedema pêketina agir a bi nexweşxaneyê nehatiye diyarkirin, lê lêpirsîn berdewam dikin.

Herwiha saziyê daye xuyakirin ku 91 kes jî hatine rizgarkirin.