Bexda | 5 mosekên katyusa li nêzî balyozxaneya Amerîka ketin
27 rêbendan 2020 03:50
PeyamaKurd – Li demeke ku xwepêşandanên dijî hikumetê li Iraqê berdewam dikin, êrîşeke bi moşekên katyuşa li Bexdayê hat kirin ku 5 moşek li herêma kesk a balyozxaneya Amerîkayê jî li wir e ketin.
Tora Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê li ser medya civakî ragihand ku 5 moşekên katyuşa li herêma kesk ketine, lê ji aliyê kîjan rêxistin û hêzê ve hatine avêtin nehatiye zanîn.
Tora Ragihandinê herwiha da xuyakirin ku hîn ziyanên êrîşê nehatine tesbîtkirin.
Bi taybet piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, êrîşên moşekî li dorûbera balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê zêde bûne ku beriya niha ji bo parastina balyozxaneyê Pentagonê hêz şandibû wê derê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
2 mosek li nêzîkî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ketin
09 rbn 2020
Jiyan
Êrîsa li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê tê lêkolînkirin
11 îln 2024
Cîhan
"Amerîka dikare di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de roleke girîng bilîze"
11 sbt 2025
Cîhan
Mesrûr Barzanî: Nêzîkatiya Bexdayê neheqî û zordarî ye
11 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin