Bersiva tund a Pûtîn ji bo DYA û welatên Yekîtiya Ewropayê!
13 îlon 2024 13:02
PeyamaKurd — Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hişyarî da û got, eger Ukrayna bi çekên dûravêj êrîşî xaka welatê wî bike, ew ê bi NATOyê re şer bikin.
Bloka Rojava ya ku DYA pêşengiya wê dike, li ser daxwaza Kîevê ya di vî warî de bersiveke erênî dide.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken herî dawî soz dabû ku daxwaza Vladimîr Zelensky zû çareser bibe.
Pûtîn piştî axaftina xwe gef xwar ku ew çekên ku axa Rûsyayê hedef digirin wê "rêya" şer biguherînin.
Serokê Rûsyayê got, "Di vê mijarê de welatên NATO, DYA û welatên Yekîtiya Ewropayê bi Rûsyayê re di nava şer de ne."
Pûtîn axaftina xwe wiha domand:
"Em li gorî tehdîda ku em pê re rû bi rû dimînin biryarekê didin."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bersiva tund a Bulgaristanê ji Pûtîn re!
16 brf 2023
Cîhan
Yekîtiya Ewropayê êrîsa Îranê bi tundî sermezar kir
02 cot 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin