Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê YEyê îro serdana Hewlêrê dike
07 îlon 2021 16:33
PeyamaKurd – Berpirsê Siyaseta Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, bi şandekê re niha li Bexda ye û biryar e îro serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî daye zanîn: ‘‘Îro 07.09.2021ê şandeyeke payebilind a Yekîtiya Ewropayê, bi serokatiya Berpirsê Siyaseta Karên Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell dê serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên payebilindên Herêma Kurdistanê bicive.’’
Çend roj berî niha jî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, serdana Hewlêrê kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin