Bernameya Xwarinê ya Cîhanê: Divê her roj 40 kamyon derbasî Gazzeyê bibin

28 cotmeh 2023 17:06
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê: Divê her roj 40 kamyon derbasî Gazzeyê bibin

PeyamaKurd – Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ragihand ku ji bo berfirehkirina xebatên xwe yên mirovî û gihandina alîkariyên xwarinê di nava 2 mehên bê de ji 1,1 mîlyon kesî re, divê her roj 40 kamyon derbasî Gazzeyê bibin.

Hat diyarkirin ku li Gazzeyê kêmasiyeke mezin a sotemeniyê heye, ji ber wê jî dê alîkariya xwarinê raweste û heke sotemenî tunebe, firneyên ku bi WFPê ra dixebitin nikarin nan hilberînin.

Hat ragihandin ku xelkê Gazzeyê ji bo dabînkirina hewcedariyên mezin ên ku derketine holê pêdiviya wan bi alîkariyên berdewam heye, hat destnîşankirin ku sotemenî ne tenê ji bo nanpêjxaneyan, herwiha ji bo gihandina alîkariyên ku ji Deriyê Sînor ê Refehê derbasî cihên pêwendîdar dibin jî pêwîst e.

Di daxuyaniya WFPyê de hat diyarkirin ku ji bo ku ev bername çarçoveya xebatên xwe yên însanî berfireh bike û di nava 2 mehên pêş de ji milyonek û 100 hezar kesî re alîkariyên xwarinê bigihîne Gazzeyê divê her roj 40 kamyon bikevin Gazzeyê.

Philippe Lazzarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), di gotara xwe ya ku di 26ê Cotmehê de di rojnameya Brîtanî The Guardianê de hat weşandin de diyar kir, beriya 7ê Cotmehê rojane nêzîkî 500 kamyon dikevin Gazzeyê û 45 ji wan kamyonên sotemeniyê ne.