‘Beriya hilbijartinan hewil didin demografiya Kerkûk û Mûsilê biguherînin’

18 rêbendan 2021 00:38
‘Beriya hilbijartinan hewil didin demografiya Kerkûk û Mûsilê biguherînin’

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Rêbiwar Hadî ragihand ku di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de, hewleke guhertina demografiya navçeyên Kurdistanî yên Kerkûk û Mûsilê heye.

Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Rêbiwar Hadî derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de ragihand, pirsgirêk di tomarkirina dengên kurdan de li parêzgehên Kerkûk û Mûsilê heye û Komisyona Bilind a Hilbijartinê, kartên dengdanê yên beşeke mezin ên kurdan nû nekiriye.

Serokê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Rêbiwar Hadî ji K24ê re gotiye: “Aliyên siyasî yên kurdî, vê pêngava Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê wek guhertina demografiya navçeyên Kurdistanî dibînin û ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Rêbiwar Hadî got: “Heger hilbijartin were kirin, divê baweriya bi pêvajoya siyasî ya Iraqê vegerîne û baweriya civaka navneteweyî jî pê hebe. Lê bawer nakim ti guhartinek di Iraqê de rû bide. Li gor yasaya Komisyonê, hilbijartin bi riya karta dengdanê ye, ne bi karta bayometrî ye. Ev jî yek pirsgirêkan e û rêgiriyê li sextekariyê nake.”