Berî hilbijartinên Taywanê 5 balonên Çînê li asmanê giravê hatin dîtin
12 rêbendan 2024 17:00
PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên Taywanê ku roja Şemiyê 13ê Çileyê têne kirin, 5 balonên îstixbarî yên Çînê li asmanê serweriya Taywanê de hatin tespîtkirin.
Hate ragihandin ku ew balonên îrtifaya bilind li derdora girava Taywanê hatine dîtin. Wezareta Berevaniya Taywanê ragihandiye ku 3 balon li başûrê giravê û 2 jî li bakur hatine tespîtkirin.
Herwiha wezaretê daye zanîn ku 10 wesayîtên asmanî û 6 keştiyên Çînê jî li derdora Taywanê hatine dîtin ku ev wekî gefekê li ser serweriyê hate nirxandin.
Hêjayî gotinê ye, Çîn Taywanê wekî parçeyekî serweriya xwe dibîne û serxwebûna Taywanê nas nake.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Amerîka: Divê berî dawiya salê hilbijartinên Kurdistanê bên kirin
21 gln 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin