Berî destpêkirina danûstandinên Vîyenayê, Îranê du qat zêdekirina Ûranyûmê ragihand
06 mijdar 2021 01:01
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê stoka xwe ya ji sedî 60 a dewlemendkirina Ûranyûmê gihandiye 210 kîloyan ku ev jî nêzîkbûna Îranê ya bo çekên atomî nîşan dide.
Berdevkê Ajansa Atomî ya Îranê Behruz Kemalvendî ji ajansa Mehr nîvfermî ya Îranê re beriya destpêkirina hevdîtinên nukleerî yên Vîyenayê bi çend hefteyan daye xuyakirin, wan stoka xwe ya ûranyûma dewlemendkirî di demeke kurt de du qatan zêde kiriye.
Kemalvendî daye zanîn ku wan heta niha 210 kîlo ûranyûma dewlemendkirî hilberandiye û rêjeya ûranyûma ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin jî gihîştiye 25 kîloyan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Îsraîlê xwe li hemberî êrîseke mihtemel a Îranê amade dike
06 rbn 2025
Jiyan
Rafael Grossi: Îhtîmala danûstandinên bi Îranê re heye
14 mjd 2024
Cîhan
WSJ: Îranê di danûstandinên Vîyenayê de pasde gav avêt!
04 tbx 2022

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin