Berhemên dîrokî yên Midyadê dixin ser dîjîtalê
PeyamaKurd – Zankoya Artûkliyê ya Mêrdînê projeyekî bo berhemên dîrokê yên li navçeya Midyadê amade dikin ku herkes karibe li ser dîjîtalê di nav berheman de bigere. Berhemên li Midyadê ji aliyê UNESCO yê de xistibûn mirata dinyayê ya Neteweyên Yekgirtî.
Xebata dîjîtal, bi awayekî kalîta bilind, fîlmên berhemên dîrokî yên li Midyad û dora Midyadê bi taybetî manastirên deverê, bi xaniyên dîrokî ve ji aliyê beşa Projeya Endazyariyê ya Hilberînê ya bi ser Navenda Lêkolîn û Bicîhanînê ya Zankoya Artûklûyê de têkirin.
Navê projeye danîne “Projeya Şlomo” ku tê wateya “selam” ê û bi sîstema fotogrametrîk tê amedkirin. Proje 4 mehe dewam dike û ciyên dê bixin nava bernamê Manastira Mor Gabriel, Dêra Meryem, Katedrala Mor Şobo û berhemên din yên dîrokîne. Wêne bi 3 abad tên kişandin. Tîma projeyê di meha cotmehê de dibe ku tûra kişandinê biqedîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin