Berf li Wanê bariya: Çiya spî bûn

04 cotmeh 2023 09:37
Berf li Wanê bariya: Çiya spî bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Miksê ya Wanê, yekem berfa demsalê bariya.

Li gor zanyariyan, li Bakurê Kurdistanê çend roj in hewa sar bûye û pileya germê daketiye.

Herwiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê du roj in baran dibare.

Li Wanê jî çend roj in baraneke gur dibare û hat zanîn ku li herêmên bilind jî berf bariyaye.

Li çiyayên derdora Geliyê Qarapetê yê li ser rêya Miks û Wanê berf bariya û çiya spî bûn.