Berf, bû sedema tatîla hinek dibistanan

25 sibat 2025 23:32
Berf, bû sedema tatîla hinek dibistanan

PeyamaKurd – Ji ber li seranserê Tirkiyê û hinek bajarên Kurdistanê berfa zêde bariya û bû sedema cemedê û sermayê, parêzgehên bajaran li hinek bajaran dibistanan tatîl kirin.

Parêzgeha bajarê Orduyê ragihand ku li 14 navçeyan navberê dane xwendina dibistanan. Li bajarê Bartınê jî ji bo roja 26ê Sibata 2025an parêzgehê dibistanan tatîl kir. Li bajarê Giresunê jî parêzgehê ji bo 26ê Sibatê dibistanan tatîl kir.