Berdevkê YNKê bo avakirina hukumetê wext diyar kir

02 sibat 2019 04:37
Berdevkê YNKê bo avakirina hukumetê wext diyar kir
Nivîskar: Mahmut Begik

PeyamaKurd- Berdevkê YNK ê Sadî Pîre li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê piştî merasima bibîranîna şehîdên 1 ê sibata 2004an, pirsên medyayê bersivand û got ku di hefteya pêş de, wê bi PDK ê bicivin. Pîre weha ragihand:

“ Civîna ku diviya hefteya borî bibûya, wê di hefteya pêşiya me de bibe. Em bi berêz Nêçîrvan Barzanî re axifîn. Roja civînê ne diyare lê civîn wê bo avakirina hukumeta nû be. Ez hêvî dikim ku di civînê de, wê parvekirina desthilatiyan zelal bibe.”

Di babeta ku YNK civîna 3 qolî qebûl nekirine de, rohniyê xiste ser mijarê û got ku wan civîna bi tevgera Goranê re red nekirine û weha dewam kir:

“ Ez dibêjim di vê mijarê de têgihiştineka şaş heye. Em bi Goranê re axifîn. Wan jî gotin bila civînên du qolî biqedin û paşî em derbasî civînên sê qolî bibin.”