Berdevkê PDKê: Em pistgiriya Evdilmehdî dikin ku wekî serokwezîr bimîne

28 hezîran 2019 14:30
Berdevkê PDKê: Em pistgiriya Evdilmehdî dikin ku wekî serokwezîr bimîne

PeyamaKurd - Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê radigehîne ku PDK piştevaniyê li mayîna Adil Evdilmehdî dike ku wek serokwezîrê Iraqê bimîne, ji ber ‘’Evdilmehdî kesekî baş ji rewşa Iraqê têdigehe.’’

Berdevkê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Dr. Aram Nacî ragehand: ‘’Hewildanek heye nav girseyên siyasî yên Iraqê bo dûrxistina Adil Evdilmehdî ji kar. Bi bahaneyên cuda cuda dixwazin ji kar dûrbixin, lê fraksiyona PDK piştgiriya temam li mayîna serokwezîrê Iraqê dike, ji ber li gor me ew ji rewşa Iraqê baş fêm dike û dizane pirsgirêkên welat çine. Herwaha na piraniya siyasetmedarên Iraqê de jî takekes e ku çemkê federaliyê bi temamî têdigehe.’’

Herwaha got: ‘’Aşkeraye di kabîneya naha ya di serokatiya Evdilmehdî de hecmê pirsgirêkan biçûktirin, ji ber baweriya wî ya dabeş kirina desthilatê heye û dijî navendparêziya şovenîstan e. Aliyên şîe geheştin wê baweriyê ku vê qonaxê de nikarin rêkbikevin li ser namzedekî ku cîhê bigre.’