Berdevkê hikûmeta Iraqê li ser medya civakî karvekêsana xwe ragihand
26 mijdar 2020 22:24
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand ku wî ji erka xwe îstifa kiriye.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Twitterê ragihand ku wî karvekêşana xwe ji erka berdevkiya hikûmetê daye.
Telal pesnê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî da û got: “Ev peywira gelek hûrgilî û hestiyar, zilamekî niştimanî û xwedî niyeteke rastgo da min, lê têgihiştina min cuda ye.”
Ehmed Mela Telal da zanîn ku ew dê di xizmeta welatê xwe de li cih û warên din berdewam bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di medya Iraqê de gefa Amerîkayê ya bo Hikûmeta Iraqê bû rojev
26 îln 2020
Cîhan
Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Em pabendî xalên qanûna budçeyê ne
24 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin