Berdevkê AKPê li ser teqîna cebilxaneya Colemêrgê daxuyanî da

14 mijdar 2018 17:37
Berdevkê AKPê li ser teqîna cebilxaneya Colemêrgê daxuyanî da

Peyamakurd - Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya Tirkiyê Omer Çelîk, li ser babetên rojevê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Omer Çelîk di civînê de li ser bûyera teqîna cebilxaneya li Şemzînanê ku hejmarek leşker jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bûbûn axivî.

Çelîk berevajî daxuyaniya PKKê ku êrîşa cebilxaneyê li xwe girtibû, got ku ti êrîşek pêk nehatiye û dê rapora bûyerê jî ‘îro, sibe were eşkerekirin’.

Çelîk daxuyakirin ku dê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îro yan sibe rapora derbarê bûyerê de ragihîne û da zanîn, “Wezîrê me yê berevaniyê çû cihê bûyê, guhdariya şahidan kir. Lêpirsîna leşkerî û îdarê berdewam dike.”