Berdevka HEDEPê: Emê kurte navê partiya xwe biguhêrin
PeyamaKurd - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Doganê ragihand ku navê dirêj ê partiya wan nayê guhertin û tenê kurtkirina navê wê tê guhertin.
Partiya Çepên Kesk, navê xwe kiribû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).
Lê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê doh bi hinceta ku “HEDEP, HADEPê bi bîr tîne” ev kurtkirin qebûl nekir.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Doganê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapameniyê.
Dogan dazanîn ku ji bo guhartina kurte navê partiyê xebat berdewam dikin û ji bo ku di hilbijartinên 2024an de,bi astengiyan re rûqal nemînin dê kurte navê partiyê ya "HEDEP"ê biguhêrin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin