Belçîkayê li hember Japonyayê bi 3 - 2 serkeft û gihiste fînala çariyekê
PyamaKurd - Di çarçoveya lîstikên vavartinê yên Kûpaya Cîhanê Rûsya 2018ê de, tîma welatê Belçîkayê li hember Japonyayê bi 3 - 2 serkeft û gihişte fînala çariyekê.
Di gera 16 a lîstikên Kûpaya Cîhanê de Belçîka û Japonya hatine hemberî hev.
Di beşa yekemîn a yariyê de aliyan nekarîn li hember hev gol tomar bikin û ev beş bêgol bi 0-0 bidawî bû.
Di beşa duyemîn de Japonan weke bahozê giraniya xwe danîne lîstikê û di xuleka 48ê de lîstikvanê Japonî Haraguchi golek tomar kir û encam bû 1-0.
Balçîkayê hêj şoka gola yekem ji bîr nekiribûn ku di xuleka 52yê de vê carê İnui golekî nûwaze tomar kir û encam bû 2-0.
Hemû kes ji Belçîkayê bêhêvî bibû lê yarîzanên Belçîkî ji xwe bêhêvî nebûn û di xuleka 69ê de Vertonghen bi serê xwe golek tomar kir û encam bû 2-1.
Piştî vê golê Belçîkî hatine ser hemde xwe û di xuleka 74ê de vê carê Fellaini gol avêt û encam bû 2-2 wekhev.
Çavlirê bû ku yarî wiha encam bibe û dema zêdekirî were lîstin lê di xuleka 90+4ê de stêrkê Belçîkî Chadli derkete holê û encam gihande 3-2ê.
Bi vî awayî Belçîka di fînala çaryekê de bû rikberê Brezîlyayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin