Bavê Ahmed Şara: Serdema Esad gelek baş bû

21 gulan 2026 14:52

Huseyin Şara bavê Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ahmed Şara, pesnê serdema Hafiz Esad da û got: "Wê demê rewş gelek xweş û bêhempa bû."

Bavê Ahmed Şara: Serdema Esad gelek baş bû

RûpelNews - Huseyin Şara, gelê Deyrîzor wek "nezan û paşverû" wesif kiribû, û kurê wî Ehmed Şara ji ber gotinên bavê xwe ji gel lêborîn xwestibû.

Piştî demeke kurt Huseyin Şara bi daxuyaniya xe ya nû derket holê ku dibe ku bi kurê xwe re bên hemberî hev.

Huseyin Şara di hevpeyvînekê de bi Şark News re, behsa serdema bavê Beşar Esad Hafiz Esad kir û xweziya xwe wê serdemê anî.

Bavê Şara: Serdema Hafiz Esad gelek baş bû

Huseyin Şara pesna serdema Hafiz Esad kir û whia got: Serdema Serokomar Hafiz Esad pir baş bû. Di dema serokatiya wî de, rêjeya mezinbûna aborî gihîşt ji sedî 7an. Belê, hinek gendelî hebû, lê rewş pir baş bû. Ew li gel cotkar û karkeran bû. Wî red kir ku careke qetlek erd jî teslîm bike."

Şerayê her wiha tekez kir ku Hefiz Esad red kiribû ku têkiliyên bi Îsraîlê re asayî bike an jî li ser Girên Golanê de tawîzan bide. Wî îdia kir ku yên ku li ser Golanê tawîz dabûn, dijberiya sirgûnkirî bûn.

Dema ku rojnamevan jê pirsî ka ew ji van daxuyaniyên xwe yên li ser Hafiz Esad da ditirse yan na? Huseyin Şara wiha bersiv da: "Ez ji ti kesî natirsim."