Baroyên Amed û Rihayê li Konyayê serdana malbatên rastî êrîsên nijadperestî hatibûn kirin

06 tebax 2021 19:14
Baroyên Amed û Rihayê li Konyayê serdana malbatên rastî êrîsên nijadperestî hatibûn kirin

PeyamaKurd - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Endamê Desteya Rêveber a Baroyê Mehdî Ozdemir û Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol ji bo serxweşiyê û wergirtina zanyariyan di derbarê pêvajoya dadehkirinê de, serdana malbatên ku li Konyayê rastî êrîşên nijadperestî hatibûn, kirin.

Serokê Baroya Amedê li ser twîttera xwe behsa vê serdanê kiriye û ragihandiye, ew dê piştgiriyê bidin proseya dadweriyê û wan di dema serdana xwe de parêzerê malbatê, Serdozgerê Komarî yê Konyayê û Serokê Baroya Konyayê jî dîtine.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, “Weke Baroya Amedê, ji bo em di pêvajoya hiqûqî de bi malbata xwe re bin, em dê her cure piştgiriyê bidin.”

Baroya Amedê jî li ser twîtterê ragihand, “Me sersaxî da xizmên malbata Dedeoglu (Dedeogullarî) yên li Konyayê hatin qetilkirin.Ji bo derbarê dosyeya lêpirsînê de agahiyan bigirin, me bi parêzerê malbatê, Serdozgerê Komarê yê Konyayê û Serokê Baroya Konyayê re jî hevdîtin kir. Wek Baroya Amedê, em dê lêpirsîn û dosyeya dozê bişopînin.”

Şanda Baroya Amedê û Baroya Rihayê herwiha îro înê 6ê Tebaxê jî serdana malbata Hakim Dal jî kirin ku roja 21ê Tîrmeha li Konyayê hatibû kuştin.

Baroya Amedê derbarê vê serdanê de daye xuyakirin, “Me ji malbata Hakim Dal ê ku 21ê Tîrmehê li Konyayê hate qetilkirin re sersaxî xwest. Me encamên axaftinên xwe yên derbarê dosyaya lêpirsînê de gihand wan û me da zanîn ku em dê dosyayê bişopînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 30yê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê 7 endamên malbata Dedeogullarî ya ji Qersa Bakurê Kurdistanê bi awayekî hovane hatibûn kuştibûn û piştre jî agir berdabûn xaniyê wan.

Qatil Mehmet Altun piştî êrîşê reviyabû û ji bo girtina wî hêzên emnî xebat dabûn destpêkirin û piştî 6 rojan, 4ê Tebaxa 2021 li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir a Konyayê hatibû desteserkirin û şevê din jî bo zindanê hatibû şandin.