Baroya Wanê li ser bûyera serdegirtina gundê Xaskan dikeve tevgerê: Wê gilî bê kirin!
PeyamaKurd – Karvedan û bertekên dijî dîmenên ku leşkerên Tirk ji bo binçavkirina kesekî bi ser gundekî Wanê de girtibûn dewam dikin. Di dîmenan de xuya dikir ku bi dehan leşker bi gulebaranê xelkê gund ditirsînin û heta hin jinên gundî jî têne derbkirin.
Li ser bûyera ra serdegirtina leşkeran a gundê Xaşkan ê navçeya Elbak a Wanê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kutevî ragihand ku ew ê li ser navê Baroya Wanê doza gilîkirinê vekin.
Kutevî di bultena Rûdawê de gotiye, ji ber pêvajoya siyasî ya ku li Tirkiyeyê diqewime li gelek qadan binpêkirinên mafan hene û diyar kiriye: “Em wek Baroya Wanê van binpêkirinan dişopînin. Lê mixabin dozger û dadger ne di wê nêzîkatiyeke ku mafên mirovan diparêze de ne. Herî dawî jî tiştên ku li Xaşkan qewimîn berhema vê zîhniyetê ye.”
Parêzer Kadîr Kutevî destnîşan kir, “Di sedsala 21an de ev dîmen qet nayên qebûlkirin. Herwiha Kutevî da zanîn ku heyeta hevpar a Baroya Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê û Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê çûn gund û rapora ku piştî lêkolînên pêwîst bê amadekirin dê bi raya giştî re bê parvekirin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û giliyên pêwîst bikin, lê mixabin dema em li helwesta li hemberî sûcên bi vî rengî û binpêkirinên mafên mirovan ên berê dinêrin, em ji encameke adil re ne bi hêvî ne."
Parêzgariya Wanê li ser bûyerê dabû xuyakirin ku di dema desteserkirina kesekî de gundiyan kevir avêtine wesayîta leşkeran û wan jî ji bo belavkirina xizmên wî kesî gule ber bi asman ve reşandine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin