Baroya Mêrdînê bi daxuyaniyekê daxwaza berdana 16 rojnamevanên Kurd kir
PeyamaKurd – Komîsyona Mafên Mirova ya Baroya Mêrdînê daxuyaniyek li ser 16 rojnamevanên Kurd ên hatin girtin belav kir û diyar kir: “Girtina 16 rojnamevanan darbeyeke mezin e dijî mafê azadiya wergirtina nûçeyan ya welatiyan.”
Li Diyarbekirê Hêzên Ewlekariya Tirkiye 8ê Hezîrana 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê de, di operasyoneke hemwext de girtin ser çend navnîşanan û 22 rojnamevan û karmendên çapemeniyê yên Kurd destser kiribûn.
Dadgeha Diyarbekirê derbarê 16 rojnamevanan de biryara girtinê da. Komîsyona Mafên Mirova ya Baroya Mêrdînê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember girtina 16 rojnamevanên Kurd nîşan da û daxwaz kir, ew rojnamevan demildest bên azadkirin.
Komîsyona Mafên Mirov a Baroya Mêrdînê eşkere kir, mafê azadiya raderbirînê di yasayên navdewletî de bi awayekî eşkere hatiye parastin û dibêje: “Girtina 16 rojnamevanan darbeyeke mezin e dijî mafê azadiya wergirtina nûçeyan yê welatiyan .”
Herwiha Komîsyonê banga azadkirina her 16 rojnamevanên Kurd jî kir û got: “Em banga xwe ya demildest azadkirina wan rojnamevanên ku ji ber karê xwe hatine girtin, careke din dûbare dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin