Baregeha Barzanî êrîsa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê sermezar kir
20 rêbendan 2022 14:14
PeyamaKurd – Baregeha Barzanî di derbarê êrîşa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah de, daxuyaniyek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:
Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku îşev li ser ofîsa heval Şaxewan Ebdullah, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê êrîş hat kirin.
Em daxwaz dikin aliyên pêwendîdar vê kiryara terorîstî bişopînin û kesên ku ev êrîş encam dane eşkere bikin û cezayê wan bidin.
Teror tu carî nikare bi ser îradeya azadîxwaz û pêkvejiyanê zal bibe.
Baregeha Barzanî
19ê Çileya 2022yan
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li dijî Baregeha Amerîka ya nêzî Hewlêrê êrîsa dronê...
18 cot 2023
Jiyan
Li Bexdayê dijî baregeha hêzên Amerîkayê êrîsa mosekî
20 hzr 2021
Jiyan
DAISê êrîsa dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê li xwe girt
09 nsn 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin