Balyozxana Amerîka ya Bexdayê li ser bûyerên Silêmaniyê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li ser bûyerên di 6 ê tebaxê de qewimîbûn daxwuyaniyekî da. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku bikaranîna xaza çavan û binçavkirina parlementeran û rojnamevanan endîşe dide mirov. Balyozxane di daxwuyaniya xwe de bala hukumeta Herêma Kurdistanê kişand û got:
“Divê li ew mafên mirovan ku bi destûrê ketine bin garantiyê û mafên navdewletî xwedî derên, civîn û xwepêşandanên aştiyane û azadiya xwe îfadekirinê hebe û bê bi rojnamevanan mudaxele bêkirin, karibin karê xwe bikin.
Em bang li rêvebirên Herêma Kurdistanê dikin ku li proseduran çav bigerînin, di pêvajoya demokratîk de çapemenî karibe bi azadî bixebite, civînên aştiyane bibin û di serdestiya hûqûqê de car din rola xwe erê (teyîd) bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin