Balyozê Ukraynayê: Em dixwazin Tirkiye jî di nav Komîsyona li Dijî Rûsyayê de cih bigre
14 nîsan 2022 14:31
PeyamaKurd – Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê di paneleke li ser rewşa Ukraynayê de daxwaz kir ku Tirkiye jî di nav Komîsyona li Dijî Rûsyayê de cih bigre.
Balyozê Ukrayna li Enqerê Vasîl Bodnar diyar kir, piştevaniya siyasî ya Tirkiyê ji bo Ukraynayê erênî ye û ev helwest di demên pêş de ji bo sizadana Rûsyayê girîng e.
Bodnar da zanîn, divê civaka navdewletî ji bo lêkolînkirina tawanên şer ên Rûsya bi hev re kar bike û ew dixwazin Tirkiye jî di vê komîsyonê de cih bigre.
Herwiha eşkere kir, ew hewlên navbênkariyê yên Tirkiyê baş dibînin, lê komkijiyên Bucha nîşan didin ku daxwaz û kiryarên Rûsyayê cuda ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Netanyahû: Em dixwazin têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re asayî bikin
21 mjd 2025
Rojhilata Navîn
Peyama Zelenskyy Noelê: "Em ji bo Ukraynayê aştiyê dixwazin"
25 brf 2025
Tenduristî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin