Balyozê Tirkiyê Karaçay: Hikûmeta Tirkiyê PKKê weke temsîlkarê Kurdan nabîne

28 tîrmeh 2020 15:33
Balyozê Tirkiyê Karaçay: Hikûmeta Tirkiyê PKKê weke temsîlkarê Kurdan nabîne

PeyamaKurd - Balyozê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay, serdana ofîsa Berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê Hoşyar Sîweylî kir.

Do balyozê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay, serdana ofîsa pêwnediyên derve yên PDKê kir û ji aliyê berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê Hoşyar Sîweylî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên malpera fermî ya PDKê, di civînê de Hoşyar Sîweylî nîgeraniya serkirdetiya PDKê û gelê Herêma Kurdistanê li hember şerê PKK û Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê gihand balyozê Tirkiyê û ragihand, ev şer û êrîş, ziyanek mezin gihandiye gelê Herêma Kurdistanê.

Sîweylî daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir dest ji çek û şer berdin û pirsgirêkên xwe bi siyaset û diyalogê çareser bikin.

Herwiha balyozê Tirkiyê jî da zanîn, wê nîgeraniyên Herêma Kurdistanê bigihîne berpirsên Hikûmeta Tirkiyê û ragihand, ew tu carî naxwazin ziyan bigêhe gelê Herêma Kurdistanê, lê divê Herêma Kurdistanê nîgeraniyên Tirkiyê bibîne. Hikûmeta Tirkiyê pirsgirêka Kurd bi ya PKKê ve girênade û PKKê jî weke temsîlkarê Kurdan nabîne.