Balyozê Amerîka yê Ankara Flake seredana wezîrê karên derve Hakan Fidan kir

17 hezîran 2023 00:42
Balyozê Amerîka yê Ankara Flake seredana wezîrê karên derve Hakan Fidan kir

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê Ankara Jeffry L. Flake, seredana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan kir. Wezaret di ser hesabê medya civakî de tenê wêneyekî wan belav kir. Li ser medyayê di warê seredana Flake de tenê weha hat gotin:

“Wezîrê me Hakan Fidan balyozê Amerîkayê yê Ankara Jeffry Flake ku nezaketen seredana wezîrê me kir, qebûl kir.”