Balafirxaneyeke Amerîkayê bi Kurdî pêswaziyê dike
PeyamaKurd- Li balafirgeha navdewletî ya li bajarê Nashville ser bi eyaleta Tennessee li Amerîkayê, ji bilî zimanên din tabelayeke bi zimanê Kurdî jî hat danîn.
Li balafirgeha navdewletî ya Nashvilleyê ku ew bajar weke, ‘Kurdistana Biçûk’ tê naskirin, tabelayeke bi zimanê Kurdî ku li ser, ‘Bi Xêr Hatî’ hatiye nivîsîn hat danîn.
Proud of Kurds in Nashville, Tennessee!
— Diliman Abdulkader (@D_abdulkader) December 13, 2019
Nashville International Airport in Kurdish, “Welcome, y’all” @Fly_Nashville pic.twitter.com/wf1F4hUfYS
Li bajarê Nashvilleyê, nêzikî 15 hezar Kurd dijîn. Li dibistanên seranserê wî bajarî jî hejmareke zêde ya xwendekarên Kurd dixwînin.
Herwiha ji ber vê rewşê îsal, zimanê Kurdî jî li lîsteya zimanên navdewletî li dibistanên dewletê li wî bajarî hatibû zêdekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin