Balafirên xeyalet li ser sînorê Tirkiyê hatin dîtin

24 sibat 2018 23:24
Balafirên xeyalet li ser sînorê Tirkiyê hatin dîtin

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ji çapemeniya Rûsyayê re ragihand; balafirên Rûsyayê yên nesla 5emîn yên Su-57 ku balafirên xeyaletin û hem nêçîrvanin, yekemîn car hatin balafirgeha Sûriyê ya bi navê Hmeymimê.

Berpirsê wezareta Bergiriyê yê Rûsyayê got ku ew li hemberê balafirên Amerîka, yên bi navên F-22 Raptor û F-35 lightning ku li esmanên Sûriyê difirin, Rûsya jî balafirên xwe yên bi navên Su-57 li semayên sûriyê difirînin. Lê yên Rûsyayê li ser axa Sûriyê bo ceribandinê difirin.

Di çapemeniya dinyayê de gelek belaveye ku Rûsya di ser 200 î de sîlihên nû li Sûriyê heya niha ceribandiye. Ev nûçe do di malperê de bi firehî hat ragihandin.

Rûsya bi Hindistanê re projeyeka wan hebû bo çêkirina Su-57 lê nehatibûn ceribandin ji ber di fira wan de problem derketibû. Niha ceribandina wan li ser axa Sûriyê nûçeyeka raste û Sûriye bûye ciyê testa hemû sîlihên Rûsyayê. Bi îhtîmaleka mezin wê xebatkarên Hindistanê yên teknîkî jî dê di nava vê cerbandinê de bin.