Balafirên Tirkiyê gundên Zaxoyê bombebaran kirin

09 tebax 2020 00:43
Balafirên Tirkiyê gundên Zaxoyê bombebaran kirin

PeyamaKurd- Balafirên artêşa Tirkiyê li başûrê Kurdistanê li ser rêya Derkarê û Batûfayê, deverê bombebaran kirin. Gundên Banik, Minin, Ewle, Pirbila, Çemkurk û Bandro ketine ber bombebaranê. Rêvebirê nahiya Batûfayê Dilşêr Abdulsetar bo K24 ê ragihandiye ku balafirên Tirkiyê îro 6 gundan bombebaran kiriye.

Dilşêr Abdulsetar, gotiye ku ji bilî gundên navborî ku di serê sibehê de bombebaran kirine, li dora 40 guleyên topan jî avêtine deverê. Di encamê de daristan şewitîne û di zeviyan de şewat derketiye. Zerara maddî gihaye xelkê.