Balafirên ser ên Tirkiyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kirin
02 sibat 2021 17:44
PeyamaKurd – Gundê Şênî yê ser bi navçeya Pişder a Silêmaniyê, ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê hat bombebarankirin.
Li gor zanyariyan, vê sibê di saet 11:00ê de, çend balafirên şer, nav gundê Şênî û derdora wî bombebaran kirin.
Rêveberê Nahiya Helşo Bekir Weysî diyar kiriye: “Îro sê caran balafiran nav gundê Şênî û derdora navçeya Pişder bombebaran kirin û hê jî firoke li esmanê vê deverê difirin.”
Herwiha Bekir Weysî daye zanîn: “Hêj nayê zanîn gelo zerar gihiştiye canê kesekî yan na, ji ber ku em nikarin xwe bigihînin gundê Şênî, lê zerarên madî gelek in û xelk gelek bizdiyane.”
Zanyarî didin zanîn, tu baregeheke PKKê li nav gundê Şênî tune ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dronên Tirkiyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kir
17 nsn 2024
Cîhan
Balafirên ser ên Tirkiyê gundekî Amediyê bombebaran kir
27 adr 2024
Jiyan
Balafirên Tirkiyê gundên derdora Kobaniyê bombebaran kir
10 rbn 2025
Jiyan
Balafirên Tirkiyê Minbic bombebaran kir
28 brf 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin